Dibê zemanekî gundek hebû di ber wî gundî re çemek derbasdibû dora wî çemî tev spîndar ( hewr) û darên gûza bûn . qîzen wî gundî bi xweşkbûna xwe bi nav û deng bûn . Di nav wan keçan de yek bi navê gulçîn hebû mîna gulek sor sipî xweşik weke heyva li çardeh vêdiket . Mala bavê wê feqîrê gund bûn debara xwe bi cenanîyê dikirin . Rojekê dewlemendê
——
"min ji te hez kir
min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
min bi çivîkên destê sibê re gelacî kir
min pê li ciyê herî şil kir
min dilê xwe "bivve" kir
ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir
min ûcaxê xwe kor kir
deriyê mala xwe mohr kir
min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir"
#DînûŞîn
#RênasJiyan
Halbûkî min yek ji te yek jî ji mirinê hez kir,mirin ji te bi wefatir derket va hat ber derê min lê tu hê jî nehatî,piştî ku bûm ê mirinê neyê ser gorna min rondikan nerijîne. Êdî pir dereng e!!!
Min ji te hez kir
Te jî hinek hewl bida
Belbî te jî ji min hez bikira
Lê te hewl neda
Min jî tobe kir êdî ji hezê re
Bila nifşên nû ji hev hez bikin
Em jî ji hev re bibin du dostên kevnare
Bila nifşên nû behsa evîna min
Û behsa bêhêziya te bikin
min ji te hez kir
çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantiya min bar kir
min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir
min kenekî nû ji xwe re kirê kir...