Ah ah kim ne derse desin, bir kadın kötü davranmaya başladı mj, evine rahatlık geliyordu
Milkekî diherike ji Mûnzir û Agirî Ta be Silêmanî tarîx û jîn e. Dastanek hildibe li bilindayî Ji kûrahiya xwe bi têkoşîn e. Bi têkoşîn e, ev mêjû helbet Nebû cî û war ji tu kesî re Yên xwestin ji destê me b` zorê derxin Destvala zivirîn li ser şopa xwe Ev mêjû Wê têkoşînê Bidomîne helbet.
Reklam
Ezbenî, lê xeta û xeletî mezin e, ya ku îro tê kirin, em giş dibînin dixwînin dibihîsin her roj, ne tenê ji ber ku bi her kesî hat kirin, ji ber ku pir ji zû de, hînê sed-du sed sal bere çaxa keştiyên ku serikên dîrekên me didîtin ji nav behra bê perr dihatin xwe li vî bajarî digirtin, hînê ji wê çaxê de bû çi hat serê me. Hînê ez û tu tune bûn, dikevî ber? Kes nafikire. Mêjû ye, lê mejî nîne. Ne îşê îro û do û zarokan e.
Sayfa 122Kitabı okudu
Serê Şer
Bûye meselok di nava kurdan “ Kûzê ji axê nagre ava zêr, Cendekê pisîk navê serê şêr”. Mîrekî kurdan xwedî nav û deng Bi xwedî dikir şêrekî çeleng Li ber dilê mîr gelek xoşewîst şêr jî hezdikir ji xudanê xwe Sipartibû wî dil û canê xwe Carekê da pê kovîkî sitûr Di tirang de ket nav gelîkî kûr Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir Dilê şêr hingavt di
Min navê wê pirsî Menewş Bi saw û suhn dihat bi meş Berdane min du çavên reş Aqil ji min kir tewş û mewş Ji suhna wê ez tertilîm Ji hel ketim zû bertilîm Li ser rêya xwe şerpilîm
Suweyda: 25 - 10 - 1967
Kerê Dengbêj
Dibêjin li nav şêrwan hebû yekî bazirgan. Wî hebûn hêştir û ker, tev bi hawid û semer. Ji wan dudo bûbûn jar. Nema bi wan dibû kar.
Reklam
Ba Xetê Rewşa Bindestiyê
Di gelên bindest peyayên gewre zû zû ranabin Kesên xwe nenas bi azadi yê nizanin şabin, Bindestî kirête, rûmetê dişo ji rûyê merov, Kesî nediye tiştek heşîn be tucaran bê tov, Tovê hat reşîn, di welatê min, bi destên qirêj, Pirr pîsî şîn bû di nav nîştiman gelekî ji mêj, Ên tov reşandin ew beg û axa, him şêx û mela, Li şûn xweşiyê ji mere hiştin pirr derd û bela Ev bêbavên han bi hîzebûnî dihatine gel, Di serê wî de didane çandin pirr tiştên çepel, Derew, bêbextî, kuştin û talan, pir çavnebarî, Nezaniya reş, gelek derd û kul, tevî zîvarî, Fend û gelacî, xap û dilreşî rûçikên wan bûn, Di reya neqenc ji bo kembaxî destê şeytan bûn, Bi şev û bi roj wan saz dikirin reya bin destî, Heya bikarin bê tirs bikujin ew gelek hestî, Gel di destên xwe kiribûn lîstik ji bo kara xwe Holê pêk tanîn bi hîzebûnî wan debara xwe.
Günümüzde ırkçı bir terim olarak kullanılan "kafatasçılık" kavramının ortaya çıkışı da frenolojiye dayanmaktadır. …Örneğin 1910 yılında ünlü Alman frenolog MJ Bayerthal, çevresi 52-53 cm'den küçük kafatasına sahip birinin asla profesör cerrah olamayacağını hatta 52 cm'den küçük olanların ciddi düşünsel faaliyette bile bulunamayacağını belirtmişti. Bayerthal'e göre çevresi 50,5 cm'den daha küçük kafatasına sahip kişiler ise normal bir insan olarak kabul edilmemeliydi.
Yarê Bêje • Mehmet Hacioglu
Ey yarê guh nede Memo Li vî dil î sultan î tu Textê dil yê te ye fermo Zîna min rûh û can î tu ( Qaso ) Zîn tu zanî em yê hev in Şehsuwarê xewnê hev in
Piştê Tu Çû • Mehmet Hacioglu
Te mal bar kir bi hewarî Hêvî bûne qet û parî Roj li min bûn qîl û tarî Mam bêşemal piştê tu çû Dil şewitî şûbhê neftê Sewta min çû qatê heftê Xwezî b`hata melkê mewtê
Reklam
Ji mêj ve li min in ev dax û êşî Ji kul û xemê pêv min xweşî nedî Li xwe geryam û fûrîm hêdî hêdî Ji ax û zarê pêv min tiştek nedî
Welato ! Ji mêj ve pêşîyên me gotine: ( ku ba hat keviran bi dêrin ku ba nehat guh bidêrin ) Yê me kurdan jî tevî ku heyamê guhdêranê çûye -here û venegereheyamekî nû ji mere hatiya raxistin? û roj bûye roja Kurdîtîyê û rêka azadî û serxwebûnê bi rengekî berfireh ji mere hatiye raxistin em mêze dikin ku berpirsyarên me keviran bi ser hevde dibarînin fatîhan li ser canê hev dixwînin xwîna mirovên Kurd bi destên mirovên Kurd dirjînin… Ma ne bese ku ji ez ezetî û kesayetîya xwe dakevin wek birayan destên xwe bi hevdin biryarên hevpişk bi hevre derînin bi navê: _Parastina zimanê Kurdî ji zarokên Kurdan re… _Parastina zarokên Kurdan ji parsa di kolanên bajarê cîhanê de… _Parastina rewşenbîriya Kurdî ji talanê
Ji mêj ve ji mêj ve ji berî pêncî salî ve çend xincer di xaka Kurdistanê de hatine çikandin ! Bi mayîn û têldirî hatine pêçan ! xal ji xwarzê ap ji birazî hatine qetandin kul êş û jan belav bûye li Kurdistanê
Ev çi dem û dewrane xwe di bînim têde Dûrbûn û sirgûnî yê dibînim dirojan û rêde kul û xem li şûn kêf û şahîyan xwe didin hev û hin bi hin tên bi pêde wek rêwîyê rênenas
Qenco ji neqenco pirsî: - Pepûko! çi te daye pey qevciyê û zarokên te têr nan naxwin! De hela tu jî weke min bike, Tê bibîne bê çawa rewşa te xweş dibe.. Qenco lê vegerand: - Ji ber yên weke min, yên weke te hene Zarokên te para zarokên min dixwin Ezê weke xwe bimînim tu wek xwe bimîne Mane Kurdan ji mêj ve gotine: "Qenc kiro bi xwe kiro, xerab kirio bi xwe kiro"
Resim