Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e
Evan misilmanên qeşmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Muhemed jî kirin Hîtler
Min ji meya eşqê noşî ketime xefik û davê
Her kêlîyê bi serxoşî diçime cem belekçavê
Dilê jar radixime ber dibêm wer kêrê bide ser
Heger qayîl nebî esmer didim ceger û hinavê
Nagirim ez wî destî heger bikujî bi qestî
Goşt veqetînî ji hestî bihelînî di bin tavê
Fermandarê emir dabe divê evîndar geda be
Di rêka wê da feda be mirin pê xweş be wê gavê
Tevî ku rêyek dijwar e bi kelem e û bi xar e
Hem eşqa wê mîna ar e lê ma ka çawa mi navê
Eşqa Gulbihar nimêj e ol e dîn e hê ji mêj e
Li ser çavan eger bêje fermo Îkram bike navê