Xwedê ji wan re nehêlî.
-Oh... dîsa te got, Xwedê. Ma wê Xwedê li ber me bî? Xwedê em dane dinyayê û dinya daye me, ma li mêrê çê ko karibî bi mêranî bixwî.
-Dinya dûvê berxê ye, yê ko gihayê, kulmek lê xist wê têr bixwî, yê ko negihayê jixwe wê birçî bimîne. Ma wê Xwedê bê û nan têxî devê te?
-Mirov bi mêranî, bi rastî, bi hevalbendî digihe doza xwe.