Rabe, rabe çav bigerîn çavmedora
Çi kirine li me romî heya nûha
Em şêlandin. Tu avayî li me nema
Birçî, tazî, xukî bidên li memûra
Îro hek şurp, sibê qamçur ji dewlet ra
Heqqê xwendin, derd û bela maye dûr ra
Bibe esker, xwas û tazî her Yemen a
Xûn birijîn bo nav û şanê van romîyan.
Çi bû? Mayî Xîzan û nezan li dinê da
Bira bijî walî beg û ferîq paşa
* Ekrem cemilpaşa / hetawî kurd - 1911