Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê armanca te Kurd e, Kurdanî ye, Kurdistan e.
Gundê Çêlek û Cehennem
Şeyhmus Kürtlerle beraber Suriye'ye giderek orada iki yeni köy kurar. Köylere "Çêlek" (İnek) ve "Cehennem" adlarını koyar. Bu konuda Celadet Ali Bedirhan şöyle yazar: "Seyda Cegerxwîn, Cehennem köyü için derdi ki 'Gerçekten öyle değil mi? Bağımsız hareket edemeyen bir halkın yaşadığı yer cehennem değil midir?'" Cehennem içinde şairin de dediği gibi farklı bir dünya vardı: Aramızda ne ağa ne de kral gezerdi, Elo, çelo, kep delik hepsi bana benzerdi. Di nav meda ne mabûn ne axa û ne kêxwe, Elo, Çelo, kum bi qul, min tev kirin wekî xwe.
Sayfa 18
Reklam
Celadet Alî Bedir-Xan
Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin... Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.
Sayfa 104
Daxwazname • Mela Ehmedê Namî
Min dî ronîkî hilbûbû ji Damas Şefeq dabû cizîrê û erdê Qefqas Li ber Birca Belek lêpirsiyar bûm Mi gotî wan ku pênc herfê Hawar bûn Nedî Namî li nav kurdan yekî Mîr Ji bo çapa Hawarê çêbikî zîr Silavên gewheranî le`ele û dur Ji ber kurdên Cizîrê hedye rêkir Tû xweş hatî Hawarê ser serê min Te sotî can û cergê dijminê min Recûkar im Ji mîrê xwe Celadet Wetenperwer xwedanê text û dewlet Tû roznamakî Kyrdî bo me çêkî Serê salê bi herfên nû ve rêkî Bese Namî, xeberdana ko pir bê Wekî dur bê, ewê he bê qedir bê
Tilşeîr. 1932 Ev helbest di Kovara Hawarê de hatibû weşandin. Sal, 1, hej,9, în, 30 êlûnê, sal,1932, Şam.Kitabı okudu
Erê Esmerê ! Sal buhirî Sê sed û şêst û şeş roj Zîvirîn Hêjî sawêrên te Li ber çav in Evîna te Li ser dile
Mem u Zin
Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle`ê husnê `işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya `işq ismê te ye neqşê xameya `işq
Reklam
Hûn ê niha bipirsin ka Mîr Celadet Bedirxan kî ye? Mîr Celadet heye û birayê wî yê biçûk Mîr Kamîran heye. Her du jî du mêrên qenc, zilamên xurt û têgihîşti, merivên pak û dilovan in. Ew ji mala Ezizan, ji malbata mîrên Cizîra Botan in. Ew kurên Emîn Alî Begê Bedirxanî û neviyên mîrê dawîn ê Cizîra Botan, Mîr Bedirxan in. Herweki bav û kalên xwe, dilê wan jî bi miletperwerî û welatevîniya kurdî hildavê. Wan dane ser şopa bav û kalên xwe û ew li pey heq û hiqûqên kurdan in. Li milekî ew di nav tevgera siyasi de ne û li milekî ji ew bi kar û xebata ziman û edebiyata kurdî rabûne.
Strana Mirin Ê
Piyana jiyana min hêj tejî û dagirtî şikiya Emr û hestiyên min pê keserên giran heliya. Hêstir û girîn, ax û zarîn, Ji derdê mirinê re ne tu derman in. Siha mirinê bi ser serê min de tê; Saeta min a dawîn lêdide; Mirininê li nêzîkî min kiriye; Xuya ye; ez ê bibim mêvanê ax û qebrê Ma ez çi bikim? Tiştek li destê min nemaye An girîn, an stran û
Bilûra Min
bilûra min a şîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê şivan û dilketiyan î. dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan,
(Bi nasnavê Seydayê Gerok di kovara Hawarê de nivîsiye.)
Alê Kurdan
Alê kurdan di nav rok Çi bedew û biheybet Bi çar reng î, rengên te Çi delal û çi xweşkok Xêzek kesk û xêzek sor Nav spî û nîvek zer Keskesor e, bi roj e Ev li jêr û ew li jor Semyana keç û lawan Rûmeta jin û mêran Neyarên te pir jî bin Tu dê bidî bera wan Ko çirisî roja te Dê belav bin mij û dû Rabe ser xwe ser bilind Nîzing bûye rûja te
Reklam
Gelejmariya serenavan
Gelejmariya serenavan: Ji ber ko serenav xweserî tiştekî, mirovekî an heywanekî ne, û pê bi tenê ew bi nav dibin, di rastiyê de serenav tu caran nabin gelejmar. Lê bi mecazî û ji bo misalê bi gelejmarî têne gotin. Herwekî: Ez ji te re melayên Cizîrî, Ehmedên Xanî û Feqiyên Teyran ji kû peyda bikim. Tu di beyabanên bêdar û belg de li Bîngolan digerî.
Sayfa 36
Celadet Alî Bedirxan - Alê Kurdan Alê kurdan di nav rok Çi bedew û biheybet Bi çar reng î, rengên te Çi delal û çi xweşkok Xêzek kesk û xêzek sor Nav spî û nîvek zer Keskesor e, bi roj e Ev li jêr û ew li jor Semyana keç û lawan Rûmeta jin û mêran Neyarên te pir jî bin Tu dê bidî bera wan Ko çirisî roja te Dê belav bin mij û dû Rabe ser xwe ser bilind Nîzing bûye rûja te
Şêx Evdirrehmanê Garisî Çû Rehmetê
Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veşartî nav rûpelên Hawarê û li serê wî kêla te daçikand.
Sayfa 22 - avestaKitabı okudu
135 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.