Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim
Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im!
Buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim, Min ne bawer e careke din ezê vegerim.
Ji ber ku îro ez penaber im!
nasnameya min zimanê min e - ez û ez -
ez û zimanê xwe - ez im yê ku di zimanê xwe de penaber e
û dilê min pizota kurdekî ye li ser çiyayên wî yên şîn -