Ser Wê Azad
Ser wê azad û qed eşnayî te yeksan e li min Sibhî halê me serê zilfê perîşan e li min Ew qeder cewr û cefa û stem dîtin e min Dize yek lûtfê te qîmet bi dused can e li min Derheqî min te wekî nîne serî rehma kerem Ji lebê le’lê dur û yek te ehsan e li min Sebir û seman û sekûn pir li me dijwar e gelek Ecel û merg û mirin haleteke asan e li min Ger çi min nîne li nik te qedrê mû di qedir Bendeyê xakî, diret mislî Sileman e bi min Ji xetê hizretê min dîdey can rewşen bû çi hedê Pertewê yara wê bende bibet Nakim û malikê rûxan sekî cananê bi min _______________________________ Pertew Begê Hekarî
Pertew Begê Hekarî (sedsala XVIII.) Bi kerîman rêz û xak hemî yekdeng e Pêş çavê hebîban heme dinya teng e.
Reklam
Şibhî Husna Dîlberê
şibhî husna dîlberê canî çû mehrûyan nebû Remz û enîn û ara mîslê cefacûyan nebû Sêhr û efsunê di çavan resmê cadûyan nebû Zulm û ew cewr û setem teşbîhê bedxûyan nebû çîn bi çînin zulfê di mîşkîn hewce ebrûyan nebû Xwînxwer û xwûnrêj û xwûnê qatil e ew mehleka Meyxwir û mexmûr û mest e serxweşa can ez feda şehsiwarê sir û kêr e seydê bendî
Çi ye derdê te, bêje ey dil, ey dil Ji çavan xûn bîreje, bêje ey dil Ji bo teskîna îş û hireqeta dil Heme derdan bîreje, ey dil, ey dil Pertew Begê Hekarî (sedsala XVIII.)
Pertew Begê Hekarî
Derdê dilê xwe ger bikim cûmle hisêb Qet naête şerhekê du sed cildê kitêb
Ji Nû Dil Suhtî
Ji nû dil suhtî huba mahîsîma Qet nabêjit, halê te çî ye bîma? şua` û Pertewê da heftê iqlîm Ji şems û afîtaba rûyê zîba Li min kun kir ceger tîra evînê "Exusnî ya xiyasî ya kerîma" Gelek mest û mîşeweş kirme îro Niyaz û avîran û xemz û îma Qeder dê min ji îşqa yarê dîtî Kirin `acîz du sed Luqman û Sîna Dera rê lê nebînim can heyatê çî lê kîm ger heyîn sed dîde-bîna Tu Pertew derdê xem daîm nesîb î Lemanan bêje carek ey dîlê ma |Pertew Begê Hekarî
Reklam
16 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.