Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Ser Wê Azad
Ser wê azad û qed eşnayî te yeksan e li min Sibhî halê me serê zilfê perîşan e li min Ew qeder cewr û cefa û stem dîtin e min Dize yek lûtfê te qîmet bi dused can e li min Derheqî min te wekî nîne serî rehma kerem Ji lebê le’lê dur û yek te ehsan e li min Sebir û seman û sekûn pir li me dijwar e gelek Ecel û merg û mirin haleteke asan e li min Ger çi min nîne li nik te qedrê mû di qedir Bendeyê xakî, diret mislî Sileman e bi min Ji xetê hizretê min dîdey can rewşen bû çi hedê Pertewê yara wê bende bibet Nakim û malikê rûxan sekî cananê bi min _______________________________ Pertew Begê Hekarî
Şibhî Husna Dîlberê
şibhî husna dîlberê canî çû mehrûyan nebû Remz û enîn û ara mîslê cefacûyan nebû Sêhr û efsunê di çavan resmê cadûyan nebû Zulm û ew cewr û setem teşbîhê bedxûyan nebû çîn bi çînin zulfê di mîşkîn hewce ebrûyan nebû Xwînxwer û xwûnrêj û xwûnê qatil e ew mehleka Meyxwir û mexmûr û mest e serxweşa can ez feda şehsiwarê sir û kêr e seydê bendî
Reklam
Pertew Begê Hekarî (sedsala XVIII.) Bi kerîman rêz û xak hemî yekdeng e Pêş çavê hebîban heme dinya teng e.
Ji Nû Dil Suhtî
Ji nû dil suhtî huba mahîsîma Qet nabêjit, halê te çî ye bîma? şua` û Pertewê da heftê iqlîm Ji şems û afîtaba rûyê zîba Li min kun kir ceger tîra evînê "Exusnî ya xiyasî ya kerîma" Gelek mest û mîşeweş kirme îro Niyaz û avîran û xemz û îma Qeder dê min ji îşqa yarê dîtî Kirin `acîz du sed Luqman û Sîna Dera rê lê nebînim can heyatê çî lê kîm ger heyîn sed dîde-bîna Tu Pertew derdê xem daîm nesîb î Lemanan bêje carek ey dîlê ma |Pertew Begê Hekarî
21 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.