Pîrhevok el Kurdî ❂

Pîrhevok el Kurdî ❂
@pirhevokk
Bu metin Kürtçe dilinden otomatik olarak çevirilmiştir. Orjinali Göster
Dersleri ve dersleri tekrarlamak zorunda değilsiniz Bu dünyada ünlü ya da onurlu olmayacaksın
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî
🔸 ____________________________________
Ezîz Xemcivîn | Bêhna Baranê-4
Li çavên tiliyên min binere, tîrêjan davêjin hûrbîniyên jiyanê, dîsa binere li wê xala ko li ser zimanê mebesta min raperî ye, helarek di dilê pênûsa min de vêxist.. Şev berê xwe dide min, lênivîseke şermîn vedike û nihêniyên evîndaran di guhê min de dilorîne.. Ez ne stranbêj im, dê nikaribim banga te bi bayî re bişînim! Ne helbestvan im tako hestên hêlînan tevrakim! Ne kewgir û ne nêçîrvan im, destê min nikare sûcan hilgire.. Li jêr sîbera tenahiyê morîkên belavbûyî berhev dikim.. Dilo aram be derî negire, çivîkên li paş percereyê azadîxwaz in!
Reklam
Ezîz Xemcivîn | Bêhna Baranê-3
Dema, xewn û xwezî bi hev re haval bûn. Dema, hêsir li ser rûçikên gulan diherikîn. Dema, babîsoka xweziyan li min û te hil dibû. Serê min di serê çiyayî de şikest û pênûsa min li bin lingê Dînasorekî teqiya! Te dît ez ne lîstikvan im! Te dît di kaniya evînê de melevan im, hema li ber çemê hestan diherikim?
Ezîz Xemcivîn | Bêhna Baranê-2
Li ber pencereyê, pirsa te ji bayê rêvîng dikim. Li ber tenûra dil pirsa te ji rivîna hilbûyî dikim. Ne xem e, tu li kû bî, dûrbînên hiş şiyar in. Pêlên hevokan bilind dibin û ji belengazî qilûs dadikevin. Erê, ez ew nêçîrvanê tirsok im. Destên min naçin diziya tu baxçeyî, lê çavên min meşxelên ken li her derên evîna te vêdixînin. Erê ez ew dilê sotî me, dilê dahola cengê me, ji xavika berbangê hatime, ji penaha çavên dilovan derçûme, weke çip ko ji gwîzikeke pembû diçim gwîzikeke dî, dixwazim çavşînkekê bi milê bişirîna sibehê ve daliqînim.

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Ezîz Xemcivîn | Bêhna Baranê -1
Çi bihna wan rojên ko baran dibariya xweş bû. Heta nuha, ew xweşiya ko nikarim pesnê wan civanên xweş bidim, dozê li min dike û dibêje ka ji min re li ser meşwarên ko li ber dibistanê dibûn bipeyive. Dizanim her tête bîra min, pêjna te ji ber deriyê xwe dikim. Gava tu dihatî û te digot: Va ye gihame ber derî, derî veke! Bi rastî carina min bawer nedikir, nizanim ji bêriyan, nizanim ji şahiyan, bîranîn xweş in, nemaze gava dêya min nok ji me re dikelandin. Tê bîra te, rojekê em şandin ber dibistana zarokan, tê bîra te min nok didan zarokan û te jî pere werdigirtin? Ew roj çi roj bû, şahiyeke delalî li ser çipikên tinazên me çap bibû? Rojeke bi kenê perwaneyan xemiladî bû. Dema min û te dendik(tov) û bahîvên terr bi pereyên firotina nokan dikirîn, te çû sîwana xwe anî û em li bin baranê meşiyan. Geh bi bazdan, xewnên me li pêşiya me dixistin û geh bi kêf, dêmên me ji sermê neditirsiyan. Carinan dema destên min sar dibûn, diqefilîn, min dixwest wan têkim bêrîka qapûtê te, te digot binere tu dendikan nedize! Destên min li te vedigerandin û digotin dendik bi bahîvan in. Em hevparên "şirîk" hev bûn, tev ko ewê hingê tu baxçe di sîngên me de şîn nehatibûn jî, lê belê heta nuha binha sêvên sîngên beyar li ber bêvila min e!
Tengezar Marînî | Şev Û Mij
Ji nişka ve zelal dibe, li nav demê tême pîvan, mîna ewran. Helbestek im ji bîr neke Gumana li ber asoyekî me.. Wa te dît, ew kî bûn ên em dubare serşor kirin. Bi pêlan re diherrikim, dikevim binê deryayan li henaseyekê digerim jiyaneke, di nav veşartinê de dirêj e mîna şeva xema min û te mîna tênetiyê, mîna peyva di xwe de asê mayî mîna baskekî bi kêrî firînê neyê dengê bêdengiyê bûm De binere, roj bi vî rengî dide û distîne bêrîkirina di xewna min de ye, dem Ev.. Xewn e? Gelek roj hene?! Haaaaaaaaaaaaaa
Reklam
Reklam
1.810 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.