Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Bêriya dayikê
îroj min di ser aveke giramokî re gav kir yade pelik û her du guliyên min weşîyan zanim êdî tu tune yî paxila min maçı biki carina mista xwe tije av dikim li ser rêya ku tu tê re derbas dibûyî disekinim li benda te bi erde de dihere giştek dixwazim bêm satila xwe bavêjimm wê bîra pişt xêni gava giran hat nikaribim tu ji destekî xwe bavêje weris bikişîne bi min re
Reklam
Di şerê serfiraz-jiyana xwe de Em natin şikestin bi destê dijmin Birayên me li me xayin geriyan Ji pişt ve bi dijmin em dane kuştin.
Ji pişt çiyê ve b'gezkiriî dertê û tê heviya îşev
Gurê pîr
Dibên li nav Xidirsor, di binhêla Kawê jor, gurek bûbû pîr û jar. Pê nedibûn raw û kar. Dît gurekî pişt hêşîn, şeng û oflaz û narîn.
Reklam
Tu serê gijikî dihejînî û birûyên gewr diqurmiçînî? Tu çi dibêjî, gelo ew a li pişt te ew henekvana bi bask tiştekî ji evîndariyê dizane?.
Sayfa 49
Ez ne çarim yekim
Çar alîyên welatê min hene Rojhilat kêm be Ez ê bê berbang bimînim Bakûr kêm be Ez ê bê ba bimînim Rojava kêm br Ez ê bê bihar bimînim Başûr kêm be Ez ê bê baran bimîbim Çar alîyên welatê min hene Rojhikat kêm be Ez ê bê çav bimînim Bakûr kêm be Ez ê bê dest bimînim Rojava kêm be Ez ê bê pişt bimînim Başûr kêm be Ez ê bê ling bimînim
Gewrêêêêêê… ji min re nebêje êş çi ye êş tu yî tu… biçim ku derê êşên te hene tu heyî biçim ku derê êşên te êş didin min… Gewrêêêêêê…
Cîya min xezalek e hûn nizanin çi qasî xweşik e go: neçe kûrê`m neçe bêhna xwînê tê ji wê hêlê sorgewez e rengê axa wê bi çarikên bi darên hişk ve grêdayî ne li wir
Reklam
Dîsa dixwezim xeberdim, bêjim, Lê tişt nabêjim. Ewra girtîye wa r’yê ezmîn Û ez nabînim ne steyr û ne hîv. Û tenê wexta ez xewra diçim, Nava xewneda ez te dibînim, Te, xanima min, Porzêrîna min, Heval, dosta min, Kulfet, çara min, Pişt-stara min, Dinya dilê min, Û dayka herdu şemal zarê min.
"mirinê, tu li kû yî jiyanê ez kuştim!" (hejar mukriyanî) ez takebelgê zer û pêtî me vê payîza dereng bi gulpên vê darê ve mayim ne ba min siwar diket
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (5)
Belê dilê Kurdan hêj bi birîne çan ku dîroka Kurda tew bi xwîn e Hêj jî miselletin li serê Kurdan Werîsên mîratên Beko yê Ewan Piştê te çendî car kirin goristan Sed car şewitandin xaka Kurdistan Amed û Dêrsim, Zîlan û Agirî Lîce, şernex, Helepçe û Qoçgirî Zilma Ereb û Ecem li hêlek e Singû yêjon Tirkan jî li kêlek e
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (2)
Parî parî dilop dilop te paland Li parsiyên me yên tazî te aland Ji meydana kemalê bê kemalî Te rûmet jê afirand, nema xalî Te anî rehê Melayê Cizîrî Li dû, te vejîn kir Elî Herîrî Te kêfek da dilê Feqiyê Teyran Ji te ra dinê hemû maye heyran Piştê te çend sedsal dane me dûrdî Bes dîsa, me berneda zarê Kurdî
Salnameya Evînê (12)
aha berfîn vaye payîzxêr kete axê demsalek derewîn daket ser emrê min û te vaye bi heft rengên xwe hatina te şabaş dike keskesoreke dilovan payîzxêr e berfîn payîzxêr e li ser piştê ye deriyê dilê min were silavekê bide tenêtiya min û derbasî hundir be ji bilî te kesî nedî birînên min êdî tu nojdar nîn e ji min re were aş bike kerba min a azirî ramûse lêvên bêrîkirinên min bike welat ji min re cotê zermemikan ez bikim welat ji te re sîngê xwe yê çiyayî ma ne me bi hev re kişand derdê bêwelatiyê berfîn
524 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.