Ey dilberê pêxamberê lêv şekirê hey esmerê
Ka soz û peymana berê
Biskan veke zulfan şeke dil pîr meke me ji bîr meke
Carek ji pişt perdê derê
Şêrîn kenê hingiv çenê
Dosta minê dil hesinê
Dil girtiyê te ez tenê
Xalên hebeş birhên biweş
Dêmên digeş çavên direş
Hilde ko her roj bê derê
Perdê li ser xalên diqer
Hilde ku her roj bête der
Her kes bizanin vê sirê
Gotinek pirr xweş ( dişibe gotinên pişt Tiran lê dîsa xweş e ):
Ku marek jehra xwe berde te li pey marê nereve nebêje "te çima wisa kir" , here jehrê derxe.
Em rabûne paşîvê bavê min ev stran got. Pişt stranê dibêje;
"Erê welle geçti dost kervanı.
Min nizanî bû ku ez ê ev qasî kal bim.
Axx dinyayê bê feydeyê
Emrê min çû êdî nayê":((
youtu.be/VuQiPqOwzAc?si=...
Ez ê bi guliyên xwe ji te re stêrkan girê bidim li gundikên xerabe
Darên hêviyê li pişt mala bavê te biçînim ji pêşeroja zarokên gelê xwe
Hîvê bikim du felqe û ji te re sêveke sor diyarî bikim li ser asîmanê bajarên kurdistanê