pınar

pınar
@pnarnuda
nebe bindestê kesî lewra, Xwedê te azad afirandiye...️
Xayin bi gelekî ji dijminan xerabtir in, ji ber ku gava çav mirovên nexayin dikevin, bênamûsiya wan tê bîra wan û dîn û har dibin.
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Bavê min mirovekî xwedîrûmet bû û ji vê dewletê mezintir bû.
Em çawa milet in yaw?! Em ê heta kengî gurê hevdu û kûçikê xelkê bin?!
Zalim ji ber ku newêrek in zalim in. Newêrek ji ber ku ji êş û mirina xwe zehf ditirsin li derdora xwe zilmê dikin.
Qey! Qey mirov wiha diqede… Qey destê însên wiha ji guliyên daran diqete… Qey hundirê însên wiha dibe kîsek arvanê ku mişt sipî bûye… Qey mirov wiha dibe yeka ku heger hilfire û ji bo wan xwe bikuje jî, di çavên dê û bavê xwe de, ji ber ku keçik e, nabe beranberî birê xwe… Qey mirov wiha piçik piçik bedena xwe ji xwe re dike qebr û tê de vedizele… Qey mirov wiha Xwedê lê dixe… Qey mirov wiha ro bi ro kort dibe… Qey mirov wiha ji bo ku li ser erdekî polayî kulîlk bibişkuvin li dû hêviyeke beradayî ruhê xwe dike trêneke ku wagonên li dû wê giş pê re xayin ketine… Qey mirov wiha qeşa digire… Qey mirov wiha dibe qeşmera ber destê qedera xwe… Qey mirov wiha dibe miriyeke mezelan a ku kefenê wê têra wê nake û tu kes tune ye ku ji bo cara dawî ji bo wê qêmîşî du quriş û nîvan bike… Qey dinya wiha dibe gur-xane, kûçik-xane, mar-xane, kurm-xane, êş-xane, xayin-xane, bê-bav-xane, kî-bi-kê-dikare-xane, tu-tişt-ne-hêja-ye-ku-mirov-xwe-ji-bo-kesekî-biêşîne-xane, heger-menfaeta-te-tê-de-tune-be-bila-her-tişt-qir-bibe-xane…