Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Dema Îsraîl hat damezrandin û hemî dewletên Ereban şer dan destpêkirin, Seîdê Kurdî wiha got; Filîstîn ji ber ku goristana pêxemberên Cihûyan e û Cihû bi hesta millî û dînî tevdigerin dê vê carê zû bi zû têk neçin. Sloganîstên niha, ne ji Nûrsî zanatir û ne jî dîndartir in.
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
di eslê xwe de naskirina Xwedê tenê hingê çêdibe, dema ku mirov xwedatiya wî ya ku hemî hebûn di xwe de girtiye rast bidêrîne; bi awayekî bêguman tesdîq bike ku ji zerreyan heta bi stêran, tiştên piçûk û mezin her tişt di destê wî de ye, bi daxwaz û vîna wî devdigere û ji dile xwe bi rastiya peyva piroz لاَ اِلَهَ اِلاَّ اللهُ    bawer bike û bibêje ku di milkê Xwedê û serweriya Wî de tu şirîkê Wî tunin. Yan na eger mirov bibêje “Xwedayek heye.” lêbelê mîna ku şirîkan jê re çêbike, temamê serweriya wî bi sebeban û bi xwezayê ve girêbide; çavê xwe li hember vîn, zanîn û haziriya wî bigire, li emrê wî guhdarî neke, sifetên wî û pêxemberên wî nas neke, ev bi tu awayî rastiya îmanê nîşan nade.
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Reklam
354 syf.
10/10 puan verdi
Dê bibe Zehmet lê ji kerema xwe re bixwînin :)
Merheba hevalno, îro ez ê perçeyek girîng a ji Kûllîyata Ehmedê Xanî bi navê Eqîdeya 'Îmanê (bi Tirkî inanç risalesi) analiz bikim û lêkolînim. Di serî de ez dixwazim di derbarê Ehmedê Xanî de hin agahiyan bidim we. Helbestvanê Kurd ê hêja Ehmedê xanî, ji bilî navê xwe, nasnavên “Mela”, “Pepûk” û “Kurdî” jî bi kar aniye.Bi navê “çalê” (bi
Eqîdeya îmanê
Eqîdeya îmanêEhmedê Xanî · Avesta Yayınları · 200833 okunma
Bê hêvî bûyîn
* Em xwe dixapînin mirovê delal. Bi dilsozî, şerê azadî û rizgariyê nayê dayin. Mirov carekê tê cîhanê û temenekî kin dijî. Kes bi têrahî di nava temenê xwe de, bi têrahî karê xwe ne biriye serî û ne gihaye armanca dawî. Gilgamêş, berî Îsa bi du hezar salan, li ava jiyanê ya nemirinê geriyaye, kani?.. Zeredeşt pîrê agirê bi heft avên zemzemî ji agirê dojehê hatî şiştin ku di kefa mista xwe de kire findika mirovaniyê, Cemşîdê Kal ku hezar salî di şikeftê de, ji mirovan dûr ket, kanî?.. Pêxemberên axir-demê komên xelkê dane duv xwe û gotin 'Xwedê, ev cîhan ji bo xatirê min ava kiriye, kanî?.. Ji romana
Medenî Ferho
Medenî Ferho
Marê Di Tûr De
Marê Di Tûr De