Ho reha çepel! tev girêk û xar,
Ji rûçikên çak hemiyan bêpar,
Ola te qelsî, bawerî, derew,
Dilê te qirêj bes ziman bedew,
Ramanek ne rast bû rêberê te,
Ji rûmet vala maye serê te,
Naşî bibêjî tu gotina rast,
Dikarî bêjî: “ reş e rengê mast ”
02.12.1962