Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Ma heqê te heye?
Ey nexweşê ku dev ji şukrê berdaye, ketiye nava gilî û gazinan! Gilî ji heqekî tê, heqê tê winda nebûye ku tu gilî dikî. Belkî gelek şukirên ku li ser te heq in hene, te nekir. Hêj ku tê heqê Xwedê Teala nedaye, bi awayekî neheqî, mîna ku heqê te hebe tu heq dixwazî û gîlî û gazinan dikî
Sayfa 24 - Zehra yayınları
Belê her guneh ku bi qelb ve dizeliqe, wisa reş û tarî dike, êdî hişk dibe û heta ku nûra îmanê jê derdikeve. Di nava her gunehekî de, rêyek ku diçe kufrê heye. Eger ew guneh bi istixafarê ve zû neyê îmha kirin, bes ne kurm, belkî wekî marekî biçûk yê manewî, qelbê gez dike.
Sayfa 43
Reklam
Ew musibetên ne dînî, di heqîqetê de, musibet nînin. Hinekên wan, şîyariyeke Rehmanî ne. Çawa ku şivan ew pezên ku tecawizî zeviya yekî din dikin kevir diavêje wan, ew pezana ji wî kevirî serwext dibin ku ev yek ji bo karekî bi zirar şîyariyeke, bi memnûnî dizivirin.
Sayfa 48 - Zehra yayınları
Yê ku qederê rexne bike, serê xwe li sindan dixe, dişkîne. Yê ku rehmetê ittiham bike, ji rehmetê mehrûm dibe. Destê şikestî ku ji bo tolhildanê were 'emilandin çawa ku şikestina wî zêde dike, wisa jî, ew mirovê ku girêdayê musibetê ye, bi giliyên îtirazkar û bi mereq pêşwazî bike, musibetê dike du kat.
Sayfa 49 - Zehra yayınları
33 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.