110 syf.
·
Puan vermedi
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû.
Di Tuwaletê De
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belki Yayınları · 200639 okunma
Ey nexweşê bêçare! Mereq meke, sebir bike. Nexweşîna te ji bo te ne derd e; belkî bi aweyekî ji awayan derman e. Çimkî 'imir, sermayeyek e, diçe. Ku meyweya wê tune be, weke belaheq diçe. Hem gava 'imir bi rehetî û xefletê be, gelek zû diçe. Îca nexweşîn, wê sermayeya te, bi kar û qezencên mezin meywedar dike. Hem nahêle ku 'imir zû derbas bibe, bi 'imrê te digre, dirêj dike; heta ku meyweyên xwe bide, peyre wan bihêle û biçe. Ha, ev gotina pêşiyan ku li ser zar û zimanan bûye destan, îşaret dike ku 'imir, bi nexweşînê dirêj dibe: "Dema mûsîbetê gelek dirêj e, dema xweşiyê/sefayê zaf kurt dibe."
Sayfa 8
Reklam
Yê ku qederê rexne bike, serê xwe li sindan dixe, dişkîne. Yê ku rehmetê ittiham bike, ji rehmetê mehrûm dibe. Destê şikestî ku ji bo tolhildanê were 'emilandin çawa ku şikestina wî zêde dike, wisa jî, ew mirovê ku girêdayê musibetê ye, bi giliyên îtirazkar û bi mereq pêşwazî bike, musibetê dike du kat.
Sayfa 49 - Zehra yayınları
Belê her guneh ku bi qelb ve dizeliqe, wisa reş û tarî dike, êdî hişk dibe û heta ku nûra îmanê jê derdikeve. Di nava her gunehekî de, rêyek ku diçe kufrê heye. Eger ew guneh bi istixafarê ve zû neyê îmha kirin, bes ne kurm, belkî wekî marekî biçûk yê manewî, qelbê gez dike.
Sayfa 43
Ma heqê te heye?
Ey nexweşê ku dev ji şukrê berdaye, ketiye nava gilî û gazinan! Gilî ji heqekî tê, heqê tê winda nebûye ku tu gilî dikî. Belkî gelek şukirên ku li ser te heq in hene, te nekir. Hêj ku tê heqê Xwedê Teala nedaye, bi awayekî neheqî, mîna ku heqê te hebe tu heq dixwazî û gîlî û gazinan dikî
Sayfa 24 - Zehra yayınları
Reklam
Ew musibetên ne dînî, di heqîqetê de, musibet nînin. Hinekên wan, şîyariyeke Rehmanî ne. Çawa ku şivan ew pezên ku tecawizî zeviya yekî din dikin kevir diavêje wan, ew pezana ji wî kevirî serwext dibin ku ev yek ji bo karekî bi zirar şîyariyeke, bi memnûnî dizivirin.
Sayfa 48 - Zehra yayınları
33 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.