Halê Welat
Divê tu zanibî, ev bûne sê sal Min nedît xwîşk û bira, xelkê di mal Ne me dît axa welat, pîra dîyan, Ne vexwar kewsera gewr ava çîyan, Dipirsî îro ji min halê welat, Dê bêjim jê diçin sed agir û pêt, çi çîya, deşt û newal, rêl û zimag, çi bajar, gund û kelat avahî pag, Heya bi dar û çîya kuç û zinar, Bi girîn, kezeb ji min anîn xar. Ne kêzan, ne şivan û şîna giran, Sorgerî ava çeman bi xwîna biran, Rojê sed êş û birîn, renc û keser, Ji dil û cergê wan der têne der, An dibin arnanc ji bo tîra neyar, An dibin ji nav welat bê şûn û war, Axivîn ji canê welat diwazde birîn, Herikîn Dicle, Firat deh sala xwîn… Qe nizam hewceye wî halê xirab, Ku ji min cerg û hinav kirîye kebab, Dibêjim bê sor û ber, bê doz û tol, Ji me çûn deşt û çiya, namûs û ol. Pir spas ji xwedê, we ew der ne dît, Tu bê qey nemane mêrxas û egît, Welat dîl, xelkê têda hemî reben, Bê girîn nabînî, rûkî li ken.
Bersiva Hoşeng
Hoşeng! Roniya çavê min, Pandiyê navê min, Hêviya min a pêşîn, Di nav pêrêyên jîn, Divêm çend peyvan li gel te bikim. Bê qirên û deng
Reklam
Porê te şevêra ketine lecê, Çevê te şevêra ketine lecê, Porê te alav û agirê reşin, Çevê te alav û agirê reşin. Siba xweş mîna gula vedibe, Sibe qemera dîndara teda Te’m-ramûsana roê dibîne Ber xwe dikeve, Ku ro berî wê Tu ramûsayî. Ezê şev û roj derê xwe vekim, Ku alava te bikeve malê, Mala dilê min. Ezê ji roê herro dua’kim, Wekî kêm neke alava çeva, Germa dilê te Şevê terîda.
Eve sed sal in, Ez bi tenê me. Eve sed sal in, Esmanê min bê roj e û Axa min bê baran Evê sed sal in Birîna min agir e û Xwîna min tofan. Hêşta kesekê jî, Serhatiya min Nekirye roman.
Eve ji wê şeva Serê te Li ser balgehê min nemay Rojê man girtî û Li pişta çiyayê Qaf Di gewriya ejdehayê şevê ra may Ger şevekê ji nişka ve Dunya ronî bû
Cejna we piroz be
di bin baranê de helbest dibe çetr di bin germa rojê de helbest dibe sîber di sermayê de helbest dibe agir û li şewa terî de dibe çirayê riya te çi dema çetr, sîber, agir û çirayê min cem te nebûn wê yekê bizane êdî helbest çûye ava û ez jî mirime Şerko Bêkes
Reklam
qetek asîman, firek ba qetek ewr firek baran qetek nan firek agir qetek heyv firek ronî qetek roj firek zerqetav qetek ax firek av qetek şi’îr firek hêma qetek asîman, firek ba vexwar qetek ewr, firek baran biland qetek nan, firek agir pejand. qetek heyv, firek ronî virvirand qetek roj, firek zerketav pif kir qetek ax, firek av meyand qetek şi’îr, firek hêma repisand.
instagram.com/p/C5hGqRVRUst Baba Tahirê Uryan Baba Tahirê Hemedanî Baba Tahirê Lorî (ev hersê navên qedîm jî yê heman kesî ne) Helbestvanê nemir ê Kurd,Baba Tahirê Uryan, Di sala 938 de
Ez ji vê Bê Bava Sîya Te Diqeherim Wexta Kû bi tere Dimeşe Çima Ne Ezim. Ez ji sîya te bêhtir Dişibim te Û ne Çahwê wî hene kû li Bejn u Bala te Binhêre Û ne jî Ziman Sebeb Çîye Tû bi Xwe'ra Digerînî hiiiiiii... Belkîm Tû bê je min tû nexweşî, Raste, Tû neba Ez ne nexweş bûm Û min zikreşî neda Sîya tû kesî Helbet ezê Textorek bûma Ji yekî
Mewlîda Kurmancî • Melayê Bateyî
Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn Ew Xudayê da ye me dînê mubîn Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer Tabi`ê wî muqtedayê namiwer Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm
Reklam
Kurdistan Gazî Dike • Mela Xelîlê Mişextî
Ey welat gava te gaz kir Bo mirin ez hazir im Canê min bo te fîda ye Û gorî ye bo te ser im Ez bi qirme û Ingilîzî Dijminê min bi tank û top Ger ji berdan im diyar e
*Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"Kitabı okudu
786 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.