Ger hûn bixwazin
Binasin êş û jan û kovaniyê
şevek li welatê min bibin mêvan.
Ger hûn bixwazin
Binasin mirinê
Li baskên qulingên koçber binihêrin
Bêhna şewatê tê ji wan.
Ger hûn bixwazin
Evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk.
Ger hûn bixwazin
Welatê min binasin
Vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
Dê bifire ber bi we.
""Çend roj berê, min telefîzyon temaşe dikir. Kalekî
tirka ku dema qetlîama Dersimê da li wir esker bûye,
wiha diaxivî. (1938-39)
Me li gundekî Dêrsimê agir berda malekê.
Ha ku min dît keçikeke 7-8 salî, bi lez û bez ji nava
malê derket û agir bi kirasê wê bû, dixwest ji xwe
agir xilaske.
Dema keçikê em (leşkerên Tirkiyê) dîtin, careke din bi şûnde vegriya û çû nava êgir.
Em jî li wirê man heya ku hemî şewitîn.""