Gulnaz, wekî minra yarî, îda min çi derde,
Piş min çiyayî û beyarî, çî min çel û nerde...
Çevê teda soz-îmane, min qirar û şerte,
Te sîng çayîr û çîmane, minra war û erde.
Muhbeta te min bihare, sufet teva şerqe,
Çi xema min hewa sare, zivistana serte...
Hub-evîna te esmerê dermanekî merde,
Nakim xofê jera merê, xayîn û nemerde...
Minra dinya û alemî, şîrin, de xeberde,
Hezar lutbî û kilamî ez hilînim ber te...