Ser sînga min rabû, ji bo azadîyê firya çû
Bû kevokek sipî, ji bo aşîtîyê firya çû
Axê xeber neda, kesik nizan kuda çû
Dilê min şewitand, bû agirek pekya çû
Min xebera te bihîst, aqil serêm tekva çû
birînê birînê ka guhdarî bike
birayê min ê biçûk li çiyê hat kuştin
bi heftê gulleyan
ji aliyê heftê kesan ve
li ser cesedê wî nivîsandibû
”ez bi azad nejiyam
lê ez ê bi azad bimirim”…
bêhna cesedê wî
hê jî derdora gundê me de digere…
Occo mahabad
youtu.be/4vHIYdiW2bA