Mewlûd di tesewifa Îslamê de cihekî girîng digire. Koka vê peyvê ji zimanê Erebî tê. Li gorî kok û bêjeyê bi wateya welîdinê tê binavkirin. Mijara mewlûdan bi giştî jidayikbûna pêxember, heta mirina pêxember bûyer û qewimînên çêbûyî û mucîzeyên ku di vê navberê de pêkhatî ne. Hem di edebiyata Kurmancî hem jî di edebiyata Zazakî de ji ber baweriya ola Îslamê cihêkî taybet digire.
Di Kurmancî de mewlûdên herî girîng yên Melayê Bateyî, Mela Eliyê Baqustanî û Seydayê Tîrêj in. Ji bilî wan Mewlûdnameya Şêx Hisê Qazî ya bi Soranî û Mewlûdnameya Mela Ebdilla Bilberî ya bi Hewramî mewlûdên herî naskirî ne.
Lê keçka torebanî
Çavreş erb û qeytanî
Bi xeml û xêza Mîtanî
Bejn û balê avgul ke
Por verşîn li ser mil ke
Kemerê li ser dil ke
Cotek gorê mûşanî
Heft reng ji neqşê
Manî pêlavek erzincanî....
SEYDAYÊ TÎRÊJ ( keça Torî)
Hey Quling,
Bihna bayê buharê
Ser tîpên geşbûnê
Mûma Newrozê û sersalê
Rûmetê evînê, guhdarê derdan tiwî..
Hey quling,
Pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê
Tu firandî,
Ezê çawa li xwe dînim îro
Bêjim seyda wî ji nav me barkir
Raste bûyer yasa xurist ber b`ro
Bes dabêjim, seydayêm xwe parkir
Ne min kin-dirêj.. seydayêm Tîrêj
Seyda Tîrêj tucar namre l`dila
Dema tarî rawest Tîrêj hila
B`tîpe-gotnî naz û pakî Kurdî
Navdarê hest û helbest got bila
Ziman wê ci bêj.. seydayêm Tîrêj
Du bûyerin jîn û mirin d`bûrin
Bi hev re ne cêwî nav wan pir in
çawa dijî dibîne tên û derin
Yam b`dilê wî ku li dila namrin
Ez nakim dirêj.. seydayêm Tîrêj
L`jînê dibin em ermancên tîra
Ji nav kurdan yek dike van nîra
Tenê mehder eşq bo welat û gel
Dide halan her dil naçe j`bîra
Ci-Abdal dibêj..seydaym Tîrêj
Rist-xêz dimîn bi te sax dem çendî
Bi pertûkên: Xelat, Zozan, Cûdî
Ta ket rêza Cegerxwîn û Xanî
Her dimînin gotinên çak, b`xwedî
Hindekin ev rêz..seydayêm Tîrêj
Tîrêj bixwe tu tîrêj î
Tu roniya gelawêj î
Tu lemser û sitêra ban
şeveq li ezmanê welat
Te ronî kir li me ev rê
Xebat bi me çiqas xweş tê
Tu hozan û tu rêzanî
Ji ber pacê xwe bide alî
Geroka gund û cîrana
Bi min xwîna te pir talî
Te naxim şi'r û dîwana
Ez im terha serê lema
Kulîlka ber devê çema
Dilopa hingiv û xurma
Mala me ya dawî ev e
Qeda bi vê dinyê keve
Sal û meh û roj û şev e
Tê da tu kes namîne sax
Tîrêj ji bo ehlê dila
Dil kirye ber êş û bela
Bû mesken û warê kula
Derd û xema têk dane şax.