"Reşayîya şevê dema ku hêsirên xwe,
bi rûpelên heyvê paqij kir,
min gurzek hest di kefa sînga xwe de,
ji bo asîmanên Berken Bereh bi firê xist."
Rûbareke li ber derîyê fetisandina xwe, bi kulmek av
xemfiroşîya welatekî, li te dada
û lehîyek êş di sînga te de, bir xwarê
Êdî tu
bi çar dojehan birîndar î
Êdî tu
bi ramûsnên zarokên xwe yên mirî Xemistan î
Êdî tu
ji demsalan re, nameyeke zindanî yî
Êdî tu
di kemînekê de, pêşmergeyekî 16 salî yî
Êdî tu
pênûseke siwarê xemgînîya dayikan î
di qada reş û sipîyan de
Êdî tu
di axa welatê xwe de tov
di gîyanê me de xunavîya dilxweşîyê yî
û êdî tu
di paxila sêdaran de
helbestvan î!
Helbestvan!
Hewar Sînem
Ew qesrika serê xanî
Derî ji zêr î mifte ji mircan î
Ez ê terka çav û biriyên belek nadim
Heta Esrafîl nefxa sûrê ket,
Li min rabit roja heşr û mîzanê
Lewra tu şêx î, ez mirîdê te me
Hey Quling,
Bihna bayê buharê
Ser tîpên geşbûnê
Mûma Newrozê û sersalê
Rûmetê evînê, guhdarê derdan tiwî..
Hey quling,
Pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê
Tu firandî,
“ji bo Welî, Rustem, Nûman
û hemû hestîwendayan”
(Qefleyek mirov digeriyan di kontara çiyê de, karê xwe yê liservebûyî pêk dianîn… Digeriyan di bin taldan de, li nava deviyan… Derwêş sekinî û çok da erdê, pêşî duayek kir, piştre bi destan axê veda û hestiyekî reşbûyî derxist…
Sê çar kes lê kom bûn, hêdî hêdî qefle tev lê civiya…)
Derwêş
“hê jî
Hesarê gundê me ye
Deştek ne pir fireye
Hawîr deshtawê çiya
Li jor darên devî ya
Herdû alî rez û dar
Heta dighê ber zinar
Çend çiyayên xwedî nav
Ko me li wan dikir rav
ji mêjuya serdemên sincirî
dinisilîn demsalên spîsar
û di nîrekî bêxêr de
nêrînên nêrmo diherikîn
nava dilê rûzemîna bêwar
çarenûsa bêxêr
xwe dida tenîşta bêbextiya bêar
û nola siwarê hespekî bêhevsar
Ey Kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherrime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Tola Karwên
Kur û keç jin û zaro bi rêketin diçin
Tazî rût, laş bi birîn berf û herî li bin
Ciwan, kal, şîrmij gedek, yek hawî ne bêdeng
Rêwî ne li wan tarî, gon bûne zer bêreng