Gotinên xwe vedişêrim
Nizanim kîjan biryar dişibe te?
Û çend gotin dikele di nav dilê min
Çend saetên bêdawî dibe qeder û qismetên min.
Li ber pace sekinîme
Çavê min li rohnîya heyvê dikeve
Û bi şîyarî xewnan dibînim
Xeyalên hêvîyane berhev didim
Xeyalên ku tu têdeyî.
Xeyalên ku destê li ser sînga min
Serê te li ser balîfa min
Û bi nêrîna çavên te serxweş dibim.
Serxweşî ya evîna te...
Tarık İpek