Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
HELEBÇE
em bi hevre mirin mirovno! pênc hezar însan ne şînahiya esmanan ne xweşikbûna kûlîlkan herikîna çem û robaran û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ne êdî. stranên me yên evînî rawestiyan lê negerin
Jineka Qehreman: Besra Xanim
Ka werin ez ji we re qala jineka Kurd bikim. Sal 1930. Serhildana Agiriyê ber bi dawiyê diçe. Piştî têkçûyîna Serhildana Agiriyê; Ferzende Beg, Asya Xanim(Dayîka Ferzende), Besra Xanim(Jina Ferzende), Elfesya(Lawê Ferzende) û çend kesên din ji Bazîdê derbasî Îranê dibin. Di rê da hember leşkerên Îranê şer dikin û Ferzende Beg bi 2 gulan birîndar
Reklam
Û Evdal digot, Gulê, tu were, em herin mala me ye, Ji te re daynim balgih-doşegê çi dare ye, Her kî xelkê got, "îkrama Gulê ji te re çi ye?" Ez ê bêjim, "îkrama Gulê ji serê heft bavê min zêde ye." Gulê li bin gotin u gisên Evdal nedima û hema lê vedigerand, Evdal çavê min reş e, bela ne, Min rojê heft caran bi kilê sibhanê kil dane, Lê heft dengbejê mina te, ji bo min jinên xwe berdane. Evdal, dîsan, davête serê, Gulê, mehrûmê, hatime Xamûrê, defê nav dawetê, Gula Xamûrê xemilî bû, ketibû ser govendê, Dilê min Evdalê Xwedê çiqas ketê. Bêyî ku Gulê bisekine û li gotinên Evdal guhdarî bike, wê hema gotina xwe digot, Evdal, mehrûmo, ji erdê mîrê te Tahar Xanê heta vira, Xwîna sor neqitî ser keviran, De tu were ji min re bêje "xwişkê", Ez bêjim, "lo, bira..."
Min digot qêy bi hatina bavê min wê êşa min here, 'te dî carna mirov bê hemdî xwe dide benda baranê, xwe dide benda sersalê, xwe dide benda berfê, yan jî zayîna pezekî... lê her kû çû birîna min sar bu û êşa min bu ji malê..𓃵🦚
Hêvî; dema yekê digot "bi xatirê te" ji nû ve dest pê dikir.
Reklam
Dewreşe Evdi
1500 mêr li ser eşîra Milan da digirin. Serekê Milan fermandarek digere ku hember êrîşa neyaran, wan biparêze. Qehweyê nav meclîsa xwe digerîne. Wateya qehweyê ev e ku herçî kesê qehweyê vexwe dixwaze here şêr. Lê dema qehwe nava meclisê tê gerandin, her kes serê xwe dixe ber xwe. Ti kes naxwaze vexwe ji ber ku ew dizanin ku ev çûyîn, çûyîna bê
110 syf.
·
Puan vermedi
'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû.
Di Tuwaletê De
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belki Yayınları · 200640 okunma
420 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.