Yar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e
Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e
Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e
Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e
Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef
Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e
D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama
îro werin lêzim werin
Cîran û xelkê Hêşetê
Hûn rayekê li min bikin
îro qewî girya me tê
îro qewî j`me tê girîn
Sosin li mêrgan xeyirîn
Sed heyfa lêvê şekirîn
İnsan ber e 'alem durext sultan ji xelwet hate text
Pê zeyyinîn Îqbal û bext dewlet ji bala tale da
Sultan ji bala hate xwar lahût bi nasûtê vesar
Peywesta bû nuqta medar dewra 'urûcê gerwe da
Ey felekê bê wefa yê
Te çira muhlet nedayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felek bê mirwetê
Ey felekê bê î'tîbar
Min bi te nîn in qet çu car
Nê te gelek mehbûb veşar
Paşî ewan xal û xetê
Nazik û mehbûb ciwanik
Qamet û bejna ziravik
"Kullu şey'în" dê bin halik
Ji xeyrî Şahê Qudretê
Bang, bang, milletê min, bang;
Hawar ey gelê min;
Bang, bang, milletê min;
Ey gelê min bang!
Nê bîm we şikeftan de
Bûk û zarok şewitandin;
camêrên Kurd êsîr birin.
Ey felekê bê wefa yê
Te çira mühlet nedayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felek be mirwetê
Ey felekê bê î„tîbar
Min bi te nîn in qet çu car
Nê te gelek mehbûb veşar
Paşî ewan xal û xetê