Min got neçe ji te re, nebe bi xwe re kêf û nalînên min. Tu nikarî hilgirî, ez te nas dikim, tu zu ditengizî, nikarî li hember pêlan. Min got ji te re, nebe bixwe re, wan bargiraniyan. Min got ji te re, tu ne berenberî agirî yî. Xwe ewgas mezin, zirav û dirêj neke. Bikî nekî serê te nagihe ewran. Divêt tu li ber û pêşiya xwe binihêre. Kesek silavek jî li te nake, heger ne evîniya min bî ji xwe tu xuya nakî. Tu yê di kadîna kulên min de rakevî, tune cîh û livîn ji te re... Tu yê têkevî tora wan zindî an jî miriyên zagonan, wê te bêxwedî, perîşan û tene bikin. Min got ji te re neçe, ezè bêriya te bikim, ku tu herî. Nikarim li xwe deynim, zor e, lê... Tiştek gelek pîs e bêriya te kirin...