Ey şehîdên ebedî ,
Oxra we ya xeyrê be .
Silavê me li wan kin
Heçî rewiyê vê rê ne .
Navê we ewê bijî ,
Ewê Kurdistan bijî
Giyanê we di dîrok
Û di destanan vejî !
Gava ku mijar zarok bin mirov ji bo wan ci jî bike ter nake, ku ev zarok
zarokên kurdan bin ev girîngtir dibe. Zarokên kurdan zaroktiya xwe najîn,
di nava ser û pevçûnê de mezin dibin. Zarokên kurdan wekî zarokên
dinyayê najîn.
Zarokên kurdan wekî kulîlkên ber devên kaniyên avzelal in, le ji wê ava
zelal têr avê venaxwin. Zarokên kurdan tî û birçiyê aştiyê, azadiyê, xweşiyê,
dilşadiyê ne. Zarokên kurdan bi hesreta lîstikên zarokane, yen bi muzîk û
şahiyê ne.
Osman Baydemir
Ben ısrar ettim, nihayet şu şiirini söyledi:
Şivên ra
Şivany, daş di biy best û diyaran
Ne biniy qe rûyê derd û xedaran
Şa di biy tu her gav bi berx û karan
Ji wan berxan yek ji ez bûma xwezî
Şuştî te dile xwe ji tevînê
Kiş dikiy keryê xwe çaxa şevînê
Tu di biyi hevalê di û evinê
Ji hevalan yek ji ez bûma xwezî
Pif dikiy bilûrê di şevên tarî
Çi dibey wan re bi kîjan zarî
Kon dibin dor le dikin guhdarî
Ji guhdara yek jî ez bûma xwezî.
Musa anter
Bila êş ya me be;
Qeder ya me,
Hemu tengasî ya me be.
Hêvî, yê wan be
Rojên xweş yê wan
Û sibe
Ya zarokan be...
Acı bizim olsun
Keder bizim
Tüm zorluklar bizim...
Umut onların olsun,
İyi gün onların.
Yarınlar çocukların..