Çîyayê bilind ! Ji çend salan te birek hevalên canecan û mêrxas hebûn. Ma gelo, haya te ji wan heye?
Ew hevalên ku, li nik wan parastina te, serbestî û azadîya welêt bû. Heyîn û rûmeta xwe û welatê xwe di nav çavên te ên bi berf de didîtin. Ji bo parastina axa te, bi comerdî xwîna xwe dirijandin... Bêşik pirrên wan ji te veneqetîn; axa te a çak bi xwîna xwe a paqij av dan. Îro jî hestîyên wan mêrxasan di best û şikêrên te de bayên hênik li xwe dikin...
Sayfa 77 - lîs. Birho, Ferzende...