Nabînin ew qet Muhemmed wê demê
Bê şewat diçne narê cehennemê
Wan di dinya qet nekir sunnet eda
Lew ku ew nabînin Mehmûdê Xweda
Ew dibînin pir di agir zehmetê
Axirî encam dikevne cennetê
ji mir gotin
li qamişlo dîlbera te mest û gêj e
li ser êşa vê dîlberê
yek şîretê kes nabêje
gotin bûk e, lê biçûk e
çîroka wê pir dirêj e
destê nojdar brîndar e
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyar e yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jê re bişênim
Tenê şerm e, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jê re rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî