XEM/Jan Yekta
Pirtûka min a berhemên min î yê du sala ez ser dixebitîm derket! min ev pirtûk diyarî dayîkên şemîyê kir. silav ji meşa wan re, ji berxwedana wan re silav ji hemû dayîkên dilşewat re, wa dayikan re ku li ber hemu astengan çalakiya xwe berdewam dikin. Sparîş: Weşanxaneya Sîn/WhatsApp: 0542 1959972 Hûn dikarin ji hemû malperên pirtûkfiroş peyde bikin. twitter.com/sinyayinlari/st... instagram.com/p/CvknsxNNUCZ/?... instagram.com/p/Cvkco_vNYGU/?...
Helepçe...
dîsa bombe û baran e her derê girtî mij û dûman e dîsa nale-nala birîndaran e dengê dayîka tê li ser lorikê wan e bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e ax birîndar im wey lo lo lo wey lo... youtu.be/jAVpPU0XpQI
Reklam
Şirnex
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen, ‏Rûdinişt li hewşê, li hember Cudî ‏Kilam digot û birînên xwe dikewand Diya min, bavê min, ‏Stêrka qurix bû li lûtkeyên mêrxasiyê ‏Hêrsa xwe li titûne werdikir ‏Kovaniya xwe dişûşt li ser kilamê min ‏Li vî bajarê bextreş û bejnçiya ‏Destê xwe dirêjî kaniyên heyatê
Mirovê delal Mihemed Şêxo...
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Ew kilamên xwê yên herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne. Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû li ser mafeya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.
"Min,dev ji wan mirovên ku ji mirovahiyê zilm dikin hişt..."
"İnsanlığı ezen o insanları terk ettim..."
Ji bo Kurdan şampiyon yek tenê ye. Ew jî Amedspor e. Heyf ji wan kesan re ew ên ku bi tîmên welatên din kêfxweş in. Bijî Amedspor.
Reklam
1.000 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.