Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara @serfiraz1 û @hevidar56 biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
XEWNBÎN
Tu xewnbîna dawî ya dinyayê yî Heger tu jî ji dest herî wê av kin bibe Wê azadî bimire Ez ê ji tenêtî biqefilim Ji bêçaretî bişibim ên ku ji wan nefret dikim
Reklam
Gönül mü?
Dilê te kevire, çavê te xencer Nava min xwîn dike, bê hilm û navber Agir dicemide, li ber serma te Êdî bû ye xeyal, miradê min û te Ez dilê te li kevir xim, ewê agir jê here Ji hisreta te bûm xulî, te ne got î tasek av Behra Wan ê bi min re digirî, biranînên te histirî Dilê min kirîye qulqulî, te ne got î merhemek Ji nû ve ava bûm, bê êş û
Wextê me zimanê xwe wendakir, em ê ji dinyayê wenda bibin...
Ji Bedîuzzeman Seîdê Kurdî mînakek bo yekitîyê(Desthevgirtin): "Eger sê elîf nebin yek, qîmeta wan sisê ye. Lê eger bi hikmeta yekîtîyê werin cem hev, qîmeta wan dibe sed û yazdeh" Bila Kurdî ji bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê. Kerema xwe ji bo zimanê kûrdî îmze bikin! change.org/p/t%C3%BCrkiye-...
Beybun
Min şevê din ji wan Beybûnên ku min Pelên wan ji bo te Hilqetandibûn lêborîn xwest Min got hûn mafdar in, Ne hezkirina wê diyar e, Ne jî heznekirina wê 🌼🌼
Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî
Silav hevalno Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me... Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye? Hevalno
Reklam
çend rewî ketin li ser şopa evînê westî bûn pî û baskên wan şikestî çend şopdar çûn li ser wan rêçan di nîvê rê da bawerî ya wan şikestî
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.