Heylo dilo heylo dilo agir kete mala te lo
Dinya hemî bû misteqil Kurmanc tenê mane wilo
Hin qîr didin, hin baz didin mislė ker û gayê Silo
Her çar teref bûne belav şibhê pelê darê çilo
Tirkê xebîs esîr kirin navê Elî danîn Elo
Carek heye ko Kurd ji xew rabin gelo rabin gelo?
Bi despêka rojê re hê ro derneketibû bi gurmînîya dilê xwe şîyar bû çeng bû serxwe berê xwe da paceyê paceyê vekir û serê xwe dirêjî derve kir hilmek ji hişma serê sibehî berî berbanga sibê kişand nav dil û cergê xwe di dilê xwe de got ofyay çixweş bû hinekî teprepa ser dilê wê kêm bû nema xew ket çavê wê berp xwe da metbexê qedehek av vexwar çû
Ey peyrewê Hilako!
Wilo dikin heta ko
Bi hêsani bibin tirk
Bi tov tavên, nebi firk
Heta kengi berberi
Ev kar qet naçi seri
Wê hey roja me jí bê
Roja kur guh nedi dê
Lê em ne wek we hov in
Ji we bêtir mirov in
Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de li Enstituya Perwerdeyi ya Amedê, Beşa Zimanê Tirki kuta kir. Di sala 1976an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Hingê polêsan dest dan ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdi. Qasi hefteyekê di hepsê de ma. Hate berdan lê helbestên wi le venegerandin. Weke weşan helbestên wî cara ewil di Kovara Tîrêjê de hatin weşandin. Lê berî vê helbesta wi cara ewil li Mêrdînê bi belavokekê belav bů. Her wilo beriya 12ê İlonê helbestên wî ji aliyê paleyên pembûyê ve weke stran dihatin bilěvkirin.
Pişti 12ê îlonê helbestên wi di kovarên weke Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelin û Rewşenë de hatin weşandin. Di sala 1992an de li Nisêbînê , li ber deriyê mala xwe rasti êrîşeke çekdari hat. Birîndar bû. Piştî wê bûyerê li Amedê bi cî bû.
Di avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd de ci girt.
Di 30ê Cotmeha 2012an de ji ber nexweşiya pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe. Gora wi li Goristana Yenikoyê ya Amedê ye.
Ta niha di bin banê weşanxaneyên cuda de berhemên wi hatin çapkirin. Weşanên Sor, ku pişti wefata wi ligel malbata wi hêj li ser navê wî pêşbirka helbestan li dar dixe, cara ewil hemû helbestên wî bi hev re çap dike.