Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e tev ziv û zêr e,
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.
Welatê kurdan hemî çîmen e,
Egîd û sêr û piling tê hene,
Hemî haval û pismamên me ne.
Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e tev zîv û zêr e,
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.
Welatê kurdan hemî çîmen e,
Egîd û şêr û piling tê hene,
Hemî haval û pismamên me ne.
Çiqas bextê me reş û kirête di na va cîhan !!
Nemane bindest pepûk û reben ji xeynî Kurdan .!...
Ji bo azadî hemî şer dikin çi reş û çi zer,
Heya bi Mawmaw ji bindestiyê derdikevin der.
Gelek mixabin nizam ji bo çi em xwe datînin ??
Vê kêmiya han ji destê neyar giran nabînin !.
Her car bi rengek em tên xapandin dûvik û terrî.
Bê nav û rûmet di
Dijminê hovane li welatê me dinêrin
Bi lingên xwe yên qirêj li ser axa me dimeşin
Mixabin vê zivistanê ,me ji mal derxistin
Wekî penaber û kocberan li ber sinor hiştin
Ey kurdo ma tu ne, leheng î
Zarokên Rojava , dihelî dilteng î
Hêsirên dayikan li ser sing î
Me dikujin tu bêdeng î
De werin, êdî bes e koletî
Bi hezar salan in , bindestî
Dijmin hûn xapandin bi biratî
Bila bimire xiyanet, her bijî yekitî
Erdal Dersim
Xewa me naye, em qet ranazin,
Em ji we dikin hevi û gazin
Em ji heqe xwe her dem dixwazin.
Te em xapandin civata rengin,
Ji ı deste te em giş bune xemgin,
Ne ez bi tene tev bûnê Cigerxwîn.