...
- Bi Xwedê ji roja ku emrê min ketiye çarde û pazde salan û vir de xelk min dixwazin. Wê roja hanê, birayê min mezin teklifî min kir, got : " Êdi tu gihayî. Tu bibê, emê te bidine mêr." Min jî got : " Maleve ku ez im, ez bi xwe mêran nakim." Belê bi Xwedê duh çavê min bi te ket û wila xwîna min gelekî tevizî ser te. Êdi ku tu bi min qayil bibî...? Hima ez bi xwe bi te qayil im. Û min te dibê..