Ahmedê Bilokî

Ahmedê Bilokî

Yazar
9.0/10
1 Kişi
·
1
Okunma
·
0
Beğeni
·
3
Gösterim
Adı:
Ahmedê Bilokî
Unvan:
Kürt Yazar
Ji çavê axê xemgînî dibare
Zarokên te di dilê te de diçin
Tavê tîrêjên xwe dane eniya te
Pêsîrên te yek li rojava
Û yek li bakur maye
Wek mizgeft û dêrê
Wek baran û axê
Wek hîv û şevê
Wek tarî û ronîyê
Wek ken û xemgîniyê
Wek çûyîn û mayînê...
Kîjan mirov?
Kîjan qîrîn?
Qîrineke çawa?
Mirovên kîjan hayemê?
Heyama kîjan mirovan?
Felsefeya kîjan mirovan?
Mirovên kîjan felsefeyê?
Ronîya kîjan tariyê?
Tarîya kîjan ronîye?
Genimê kîjan axê
Azadiya kîjan fikrê?
Fikre kîjan azadiye?
Aniha kesek tune ye
Bêdengî heye
Ez û tu hene
Li kevirên te yên şîn
Li axa te ya sor
Li darên te yên şîngirtî dinêrim
Xwe dibînim
Te dibînim.
Yazara henüz inceleme eklenmedi.

Yazarın biyografisi

Adı:
Ahmedê Bilokî
Unvan:
Kürt Yazar

Yazar istatistikleri

  • 1 okur okudu.