Azad J. Erdem İletileri
Azad J. Erdem iletilerini, Azad J. Erdem okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.Roj, meh û sal wê bikevin navê
Helbet ezê rojekê derkevim pêşiya te
Heye ku wê rojê em herdu jî bi rojê ve winda bibin
Yan jî emê bibin keser û ji paşeroja xwe re bi girîn Azad J. Erdem Hûn ne hovê îro ne
Hovên bav û kalan e
Zordarên sedsalan e
we ji berê de xerab kiriye
Kozik û kolanên me
We daye ber xwe ji berê ve
Wekî berê palehiyê
Bav û bira
Kal û zarok
Zarokên li destê dayikên xwe
We em Kuştine… Azad J. Erdem Xwînmijî karê wan e
Ev kevneşopiya wan e
Rêbir û wehşî ne
Divê tu nas bikî
Hêsirên çavên dayikan diherikin
Zarok tazî, birçî û perîşan Azad J. Erdem Ma mirov bîranînan ji bîr dike?
Wan kêliyên kelecanî
Tenê ew roj dikarin min şa bikin
Bêyî te behişt jî nayîne kêfa min
Bêyî te nabim
Bawer bike Azad J. Erdem Di cineta încîl, Tewrat û Quranê de
Hatim dinyayê
Di cineta Dîcle û Firatê de
Di cineta herdu çeman de
Di baxçê cinetê de mezin bûm
Nava herdu çeman
Her tişt xweş bû
Her tişt geş bû
Paşê çete û leşker ketin cinetê
Baxçê cinetê tev bû leşker
Dora cinetê girtin
Şer kirin
Xerab kirin
Mirov kuştin
Cinet herimandin Azad J. Erdem