Li nexweşxaneyê, hemşîreyek dê çend deqe paşê bibe mûxatabê te. Canikê tê, pê ra bi kurmancî diaxivî, li te dinêre, di dilê xwe da dibêje, “Vîyê hanê nezan e, cahil e.” Vedigere û ji te ra dibêje, “Türkçe bilmiyor musun?” dikenî. Ew ji Kurd e!
Ji bo em fam bikin, bê çi bi serê zarokên me da hatîye, bila bîst zarokên Tirkan, bînin Kurdistanê û tê xin dibistaneka Kurdan û bi kurdî dersê bidin wan. Bila ev tişt bê qeydkirin û bibe fîlm. Belkî piçekî din jî mesele bê famkirin.
Di fîlm û rêzefîlm Tirkan da, çiqas tiştên xerab hene, li ser hesabê Kurdan in. Di wan fîlman da, kurdek diranê xwe firçe nake, pirtûkan naxwîne, tiştên xweş û baş nake.