"Di fîlm û rêzefîlmên Tirkan de, çiqas tiştên xerab hene, li ser hesabê Kurdan in. Di van fîlman de, Kurdek diranê xwe firçe nake, pirtûkan naxwîne, tiştên xweş û baş nake."
Rojekê lawikekî berzewac, diçe qîza camêrekî ji xwe Ra dixwaze. Bavê qîzikê, ji lêwik dipirse,"Tu çi kes î, lawê kê yî, ka piçekî qala xwe bike, ma mirov hema wilo qîza xwe dide xerîban?" Beşerê lêwik xweş dibe û dibêje, "Welah bavo, qumar mumar li dora min tune ye. Ez bi eraqê emel nakim. Hemdê Xwedê limêja xwe dikim, rojîya xwe jî digirim, kar û emel jî destê min tê...." Hew maye ki bibêje, "Welah ez milyaket im." Bavê qîzê ji van gotinan aciz dibe, guman lê peyda dibin, radibe ji lêwik ra dibêje, "Erê, xuya ye tu yekî baş î kurê min, lê ki min ra bû meraq, hema qet alîkî te yê nebaş tune ye law!?" Lawik, xwe dide aqil û paşê ji bavê qizîkê ra dibêje, "Welah bavo, ez nizanim ez çawa bibêjim, alîkî min ê nebaş heye, ez pir derewan dikim!" Îcar Kurdên me yên bûne her tişt û nebûne Kurd çiqas dişibin vî lawikî.
"Berê, wextê bûkeka Tirk bihata nava malbateka Kurdan, bûkê di nava çend mehan da, diçû ser zimanê malbatê. Îro wextê bûkeka Tirk tê nava malbateka Kurdan, malbat di nava çend mehan da diçe ser zimanê wê."