"Ma bi guhertina kincan nezaniya mirovan tê guhertin? Diyar e tevî ku em bi Ewrûpiyan re dijîn jî, lê hîn gelek ji me re divêt, ku em di hundirê xwe de aza bibin!.."
Dijmin destpêkê çi ji me standiye, divê em jî, ji wê dest pê bikin û vegerînin. Wan nifûsa me kiriye ya Roma Reş, zimanê me jî dike yê xwe. Divê em jî bibêjin, em ne bi zimanê we diaxivin û ne jî nifûsa we distînin.
Lê ku îro ji wan re bigotana, memûrekî Roma Reş, an jî polîsekî wan miriye, wê ne bi lez biçûna bişûştana, heya belkî wê qûna wî jî bialastana. Lê girtiyê ku ji ber şikenceya Roma Reş mir, wî naşon!
-Ez û pirtûk û araq bi hev re bûne heval...
-Çawa?
-Xwendin û vexwarin hev du temam dikin.
-Çawa ew hev du temam dikin?
-Yek aqil dide û yek jî aqil dibe.