Em koçerên rêya dûr in
Birîndar in birînkûr in
Tî û birçî li van çolan
Pir û kal in,jin û hûr in
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destê min
Wekî deva çav sor kirin
Bi napalm erîş kirin
Bihar tarî û reş kirin
Canê şîrîn heb par kirin
Kurê'm canê şîrînbiha
Erzan diçe îro wiha
Ev mirina bi vî rengî
Gelek tal e zor û zûha
Divê stranê de dihat ziman,tu dihelî li ber çavê min çare nayê ji destê min. Yên ku di rê de nexweş bûne,bêçare mane, kesî destê xwe neavêtîye wan û roj bi roj ber bi mirinê ve çûne zarok. Pergela fermî bila bi dilê xwe ,bi dilê hinekan damezire,kî çiqas tê kuştin,kî çiqas koçber dibe qet qîmeta wî tuneye, ew ên koçber dibin ji welatê rojhilat bin qet mûhîm nîn e.
Cara pêşîn ku min dest bi xwendin û hînbûna zimanê xwe kiribû, min ev pirtûk xwendibû. Lê min çawa xwendibû?! *_* Bi serêş û bi sebran...
Ez ti tişt nizanî bûm ji bo zimanê nivîskî, min bi vê pirtûkê re gelekî zorê dabû xwe. Weke diyarî, hatina vê pirtûkê bi xwe re guherîn û xweşiyek bêhempa ji bo jiyana min anî bû, ez loma vê pirtûkê ji bîr nakim, minetdara wê me. Li ba min xwedî wateyên gelek e. Di pirtûkdanka xwe de her ku wê dibînim, ew demên min ên berî û tijî bi bîranîn di ber çavê min de dibuhire. <3