Brahim Ronizer

Brahim RonizerKorerê yazarı
Yazar
6.7/10
3 Kişi
5
Okunma
3
Beğeni
498
Görüntülenme
"Xwezîya min tenê ew e ku pela me bi hev re biweşe."
Sayfa 93- Lîs yayınlarıKitabı okudu
Ev çi êş e her tim bi çêl e,ev çi çêl e wekî werîsê heft gundan dûrûdirêj e. Ev çi dil e çi berfireh e, çi êş tê dikevîyê, tê de dihile. Ev çi xemgînîyeke giran e li ser milê min ji sivikîyan ketibû serhev. Ku hemû kulan hilgirim Li ser hev binijinim Bi ezmûnên salan dawerivînim Û neweşînim Ku guhdarekî 'jarê û waweylê'ya min nînbe Ew ê çawa tê de bi cih bibin Di dil de Çawa wê neterikînin Ji dil Heta bi nenûkan!
Sayfa-80-Lîs yayınlarıKitabı okudu
Reklam
"Sedsala me, sedsala tenetîyê ye û sedsala xwexapandinê ye. Kî devê xwe vedike bi behsa hevgirtin, yekîtî û rêxistinîbûnê, xurînîya xwe dişikîne. Kesek li xwe mikur nayê, kumê xwe danayne ber xwe û nefis û qîyasê nake. Hemû felsefeyan bi angaşta pêkanîna bextewerîyê xwe daye hezkirin, hemû ol bi angaştkirana bidestxistina xweşî, rastî û bextewerîyê mirov li dû leylaneke derewîn kirine peşbazîya behiştekê. Û mirovan, mirovan tim û dayîm xwe xapandiye, ketine palûteya xanîyê tarîtîya lixweveger."
Sayfa-25-Lîs yayınlarıKitabı okudu
Ji nifşê ku ji jar û waweylêya wan re şahidek û pênûsek divê, ji zarokên bê gund û bê ziman re.
Sayfa- 7-Lîs yayınlarıKitabı okudu
"Haho jîyanê! Kengê em ê pê serwext bibin ku xweşî û nexweşî, destpêk û xelasbûn, hatin û çûn, bi qasî fargonên trênê li pey hev û nêzî hev in."
Sayfa 89 - LîsKitabı okudu
Herkes mirinê fenanî stêrkan ji xwe dûr dibîne, di gel ku qasî mijangan nêze.
Reklam
Haho jîyanê!
Kengî emê pê serwext bibin ku xweşi û nexweşî, destpêk û xelasbûn, hatin û çûn, bi qasî fargonên trênê li pey hev û nêzî hev in?
"Helbest, qeraxa behrê, hingura êvarê ye."
Kengî?
Kengî ezê binkirasê dil jê bikim û hemû xêr û gunehên wî li ber çavan raxim, bavêjim ber pêyên bedenê, ber pêyên hiş û eqil?
Reklam
Sêv? Dil?
Ew gunhê dil çibu ewqasî bi êşê hat darizandin heta rewa tê de heyî. Nebê nebê, ew dilê pêşî, ew dilê ku çûbû sêvekê! Ev hemû ne qeda û belaya vê sêvê bin!? An qeda û belayê wî dilî? Sêv sebeba dil e yan dil sebeba dil e?
Hezkirin çi bu?
Tu baş dizanî ku dijberê hezkirinê ne nifrîn e, xemsarî ye..
Resim