Dilawer Zeraq

Dilawer ZeraqKakil yazarı
Yazar
4.5/10
2 Kişi
24
Okunma
10
Beğeni
2.150
Görüntülenme

Hakkında

kürt kökenli yazar, editör ve çevirmen 1965 diyarbakir / silvan doğumludur. "dicle üniversitesi eğitim fakültesi matematik bölümü" mezunudur. 3 öykü kitabi yazmiştir. halen öğretmenlik ve yazarliği bir arada devam ettirmektedir.
Unvan:
Yazar
Doğum:
Diyarbakır Silvan, 1965

Okurlar

10 okur beğendi.
24 okur okudu.
2 okur okuyor.
5 okur okuyacak.
Reklam

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
"Bihêle, bila hezkirin di mesîla xwe de biçe."
Sayfa 31 - LÎSKitabı okudu
Reklam
"mirov hînî çi bibe berî her tiştî ew dev ji mirov berdide."
Sayfa 84 - LÎSKitabı okudu
Ji romana "Şador"ê
"Kîjan jê bandor li te kiribe, behsa şopên wan bike, yên ku li dû wan mane ji te re, behsa wan bike ji min re. Te çi reng bandor ji wan hildane, wan bêje ji min re... Ji bo min ew girîng e, dixwazim wan bizanibim." Ji "Şador" | Dilawer Zeraq Weşanên Lîs #Wêje
Sayfa 11 - Weşanên Lîs
-Çima ne mimkun e! Bi a min jîyan ji tiştên ku mirov wan ne mimkun dihesibîne tê pê !...
Henüz kayıt yok

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Reklam
226 syf.
·
Puan vermedi
·
5 günde okudu
Delalo! Êşê tenê nehêle.
Dema min ev pirtûk dît, ji ber nav û bergê wê min yekser girt ji bo xwendinê, lê mixabin hinekî di nav refên pirtûkan de li benda xwendinê ma. Piştî demekî va ye min xwend û ji bo vê derengmayînê lêborînê ji dara sincê dixwazim. Ev romana mamostê Dilawer a ku di sala 2018an de ji weşanên LÎSê derçûye, ji aliyê teknîkên romanê ve gelekî xurt bû, ji aliyê naverokê ve jî bi têra xwe serkeftî bû. Leheng bi hest û tevgerên xwe ve meriv dikare bibêje bi serê xwe bûn, me dengê wan dibihîzî û hestên wan hîs dikir, ev ji bo xwînerên ku ji stereotîpan aciz in sedemeke xweş e ji bo xwendina berhemê. Bûyer hem ji devê kesê yekem hem jî ji devê kesê sêyem hatibû vegotin, ev qaîde pergaleke qewîn dida berhemê, di gelek cihan de jî em pêrgî dîyalogan û pêrgî monologên hundirîn dihatin. Herwiha teknîkên ku ji bo romaneke serkeftî divê, di berhemê de yek û yek cihê xwe girtibûn. Mala yezdanê berhemê ava be. Du serlehengên me hene ku tevna bûyeran li dor wan dizivire û berhem ji sê beşan pêk tê: Xwenasîn, Hevnasîn û Xwezanîn. Her du lehengên me du zarokên heman navçeyê ne ku piştî salan li heman girtîgehê ji nû ve li rastê hev tên. Bi vî awayî hevnasîn pêk tê. Piştre ev leheng bi hev re diçin zarokatiya xwe û di hin mijaran de li xwe mukir tên, bi vî rengî jî xwenasîn dest pê dike. Taliya talî berhem bi xwezanînekî ve kuta dibe. Wek gotina dawî dixwazim vêya bibêjim ku cihê herî zêde kêfa min jê ra hat gotinên dara sincê bûn ku wek dayikekê şîret li lehengê romanê, pê re jî li xwendevanên romanê dikir. Serenavê nirxandinê jî ji wan şîretan hatiye girtin. Xwendinên we bila wek bêhna dara sincê bin.
Bêhna Dara Sincê
Bêhna Dara SincêDilawer Zeraq · Lis Basın Yayın · 20183 okunma
85 syf.
1/10 puan verdi
·
Beğendi
HAYA ME JÊ ÇÊBÛ Ku, BÛYERÊN VÎ RENGÎ TÊN JÎYANDIN
    Pirtûka Dîlawer Zeraq a bi navê Kakil. Tevlî çîroka Kakil bi xwe va heşt çîrokan û 85 rûpelan pêk tê. Pirtûk cara yekem sala 2002 di weşanxaneya Sî yê cara duyem jî di sala 2017 weşanxaneya Lîs ê çap bûye.         Nivîskar hewl daye çîrokê kolanan ên bajarê xwe rastiya civakê bi alava rasteqîn ve binvise .Navê Kakil û çîroka Kakil jî vê mebestê hatî ye. Lê şêwaz zêde sivike, hevok û pevy hema bêje bê wate ne.Qet cî na de hestan. Zimanekî zuha ve dihûne Hest . Naverokên çîrokan berbi çav û rastiya kolanên welêt in. Ser van hîman.Her çîrok dikare bibe romanek xweser. Ber ku her yek êş û azarên vê axê vî gelîne. Çîrok gelemperî bi awayê nûçeyê rojane hatine nivîsandin. Hevok zuha, bê hest û bi mebestin. Nivîskar tenê xwastiye peyama xwinere bişîne. Hin agahiyan bide. Çawa ku bêje "Hey gundîno.... Bila haya we jê hebe. Vî bajarî ev bûyer tên jiyandin"
Kakil
KakilDilawer Zeraq · Lis Yayınları · 20179 okunma
·
Puan vermedi
Romana "Şador"
Mamoste Dilawer Zeraq di romana xwe ya nû ya "Şador"ê de qala çîroka Besna û Rizganî dike, çîroka hezkirineke nemir. Zeraq, dîsa bi peyvên bihêz û herîkbar ve atmosfereke bandorker afirandiye. Romaneke mezin ku wê bi rûpelên xwe her tim bimîne.. Wekî neynika demsalên jiyanê..
Şador
ŞadorDilawer Zeraq · ‎Lis Basın Yayın · 20232 okunma