Stêrkên çavan
Stêrkên çavên dayik û bavan ziwa bûn Dil perçe perçe bû
Dinya tevizî
Ol û oldar guhên xwe girtin xwe ker kirin Mirov û mirovahî tevizî
Dil hişk bû
Mejî sekinî
Çav kor bûn
Guh ker bûn Ziman lal bûn Dest û pî şikestin Dinya bêdeng Me nabîne
Negirî welatê min tu negrî Bibe bahoz û bablîsok
Li nava çavên dijmin keve Negirî ez bi qurbana te tu negrî Hêstirên çavên te ziwa bûn
Bibe birûsk
Bibe agir û bi neyar keve
Ez heyran û ez qurban tu negrî
Bibe atomek û biteqe
Di nava dil û mejiyên dijmin de Negirî
Tu negirî sitêrkên çavên te ziwa bûn Ez bi qurban û ez bi heyran...