"Dîrok, ne faktografî ye. Ne jî nivîsandina bûyerên li rexê hevûdu û rêzkirina bûyeran li pey hev e. Dîrok, peydakirina peywendiyan ji nav bûyeran û nîşandana wê ye, ku ev bûyerên han çawan tesîr li ser hevûdu dikin, çawan diguherin û çawan berfireh dibin. Bi taybetî dîrok ranaweste û ranawestaye. Dîrok, xwediyê dînamîzma xwe ya taybetî ye, xwediyê hêzeke hander e."