li bin dareke kevnar
di nava daristaneke şên de
li ber avzêmeke şêrîn
di hevalbendiya bayekî hênik de
li keviya şiverêkeke giyagirtî
di sietên dereng ê telpika şeveqê de
li hember girekî gulover
di dema nefelên bi heyveronê xwisîgirtî de
di payiza gundekî bi xirbetiyê hatibû rûkêşkirin
bi heyvê ketim
wê çaxê min cinetê dît
di keviya cehnimê de
Erd Agron - Bihuşt
her esir ji behrê dikişiya
û diçêriya
-reş, reş, reş weke qîr-
dîsa weke her car esir
ji behre kişiya
di mêrgê de çêriya
qevdek pora zer
-zer, zer,zer weke zêr-
bi ber bayê ket
û hat li çêra ber devê wî aliqî
çav pê ket
şîriya, şîriya, şîriya
û çermê wî lê ziwa bûûû…
bû ferfûrî
û hêsir ji çavên wî rijiyan..
ger ku ez ketim
xeweke giran, jidayik nebûm dîsa
bêriya destên min bike.
destên dem û dewran dîtine
destên li ser memikê şeveqên rengîn
geriyane, li ser qorik
û zikê hebûnê…
li ser çav û biriyên jiyanê