Eskere Boyik sözleri ve alıntılarını, Eskere Boyik kitap alıntılarını, Eskere Boyik en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kulîlka buhuştê ya herî bedew û xweşik kulîlka evînê ye. Evîn miraz e, merem e, xwestin e, eger evd evîndar nebe, li pey mirazê xwe neçe, nikare karê pîroz jî bike.
Wextê ewr qotê çiya,
Tên û dıgrın raina ziya,
Dialın hemû gedûk, riya,
Tu dıkevi bira mın.
Wextê dibe şeveres,
Heva dıgrın erd û ers,
Hev dıçın tên reş û peş,
Tu dikevi bira min.
Wextê berf çiyê som dike,
Ba berfé hev tom dike,
Ser palê wê kom dike,
Tu dikevi bira min.
Wextê leyi har dibe,
Pala çiya da xar dibe,
Her tışt ber wê jar dibe,
Tu dıkevi bira mın.
Wextė dinê bihar e,
Tenê çiyê berf dibare,
Hışki, seqem û sar e,
Tu dikevi bira mın
Kurdistan...