Jê kêfxweştir tu evdê Xwedê tunebû.
Êdî dixwest xewna xwe pêk bîne.
Xwest ku ji xewê rabe.
Hewlek da xwe.
Sê hewl.
Lê mixabin nedikarî ji xewê hişyar bibe.
Aştî, ji bo Frensî: Xewn e.
Ji bo Ingilîzî: Bawerî ye.
Ji bo Îtalyanî: Lihevkirin e.
Ji bo Elmanî: Vexwarin e.
Ji bo Tirk gotin e.
Ji bo Kurd: Slogan e...