kürt şair ve yazar. 1974 yılında nusaybin'in girêmîra köyünde doğdu ve ilkokulu burada okudu. 1992 yılında tutuklandı ve 8 ayrı cezaevinde toplamda 12 yıl hapiste kaldı. 2003 yılında serbest bırakıldı, serbest kaldığında elinde sigara yapraklarına yazdığı şiirleri kalmıştı. daha sonra kaybolmaması ve yakılmaması için gizlice sigara yapraklarını yazdığı şiirleri 2006'da kitaplaştırılarak "gulên qasid" adıyla yayınlandı.
Di sala 2016an de, di kovara Rozayê de, min hevpeyvîneke bi Fatma Savci re hatibû kirin xwendibû. Heta wê rojê min tenê navê wê dizanibû lê ew roj, ez bi çîroka wê haydar bûm û ji wê rojê vir ve ye Savci,di qonaxa giyanê min de cihê herî xweş girtiye.
Gulên Qasid, pirtûka wê ya ewil a helbestê ye. Savci, helbestên xwe yên vê pirtûkê di girtîgehê de, li ser pelên cixarê dinivîse da ku bikaribe wana bi xwe re derxîne derve. Piştê yanzdeh salên li zindanê, di sala 2003yan de, bi tevê van helbestên li ser pelên cixarê derdikeve derve û piştê sê salan ev helbest ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve, bi navê Gulên Qasid, wek pirtûk tên çapkirin.
Têkoşîna wê ya li hemberê hegemonyayê, di temenekî biçûk de dest pê kiriye e û hîna jî berdewam e. Piştê vê berhemê gelek berhemên dîtir jî welidîne ji malzaroka jiyana wê ya têkoşer.
Di nava vê berhemê de carinan, ez li pêrgî hin rêzikan dihatim, min digot qey helbestvanê, xwe li pişt van rêzikan veşartiye:
"ku keçek hijdeh salî
dişemite ber sîperê
ji dara stêran..." (58)
Wateya jiyana we di çi astê de be, afirînerî û pêkanîna we jî yê di heman astê de be; lewra qelema serfiraziyan bi hibra serborîyan ve tête dagirtin.
Fatma Savci, hibra te dimijîne rûpelên wêjeya me ya virnî, notanî wan çilkeziyên ji çilkaniyan ava heyatê bikişînin, di nav du çakilên çîl qerqaş de...
Şerê li Sûrî derfetek mezin ji bo Kurdên Rojava derxist holê. Em Bakurî jî pir meraq dikin gelo Rojavayî ew derfeta bi çi awayî kar anîn? Her çi qas aliyê leşkeriyê ve werin nasîn û bêtir li ser çapemeniyê xuya bikin jî , meraqa me bêtir li ser perwerde ya ziman bû. Fatma Savci bi wêrekiya xwe di wan salên dijwar de diçe Rojavayê Kurdistanê û rewşa gelê me û şoreşa Kurdan bi nêz ve dibîne û dîtinên xwe bi me re jî parve dike. Ev nivîsanan dibin Rojnivîska Rojava . Xala herî girîng jî ew e ku rola jinên me di pêvajoya şoreş û perwerde ya ziman de ye. Nivîskara hêja gotinek bo dîroke tomar dike " Qur'ana ku bavê min xwendî , eger ku ev keçikên me heqê xwe li xelkê me yê Sûrî helal nekî, ew cinetê bi çavê xwe nabîne ya extî."
Heskîf bûye birîna me:
Heskîfê,
wî bajarê rûhanî
ku li ber piyê minareyên eyûbiyan
di nav dilê ehda ne de
wek kevirekî narincî razayî (r.69)
Birîn û êşa sedan sala heye lê ne bi zimanekî 'êş-hez' e , helbestî û têra xwe wêreke.
"Xwedayên me mê bûn,
Dê bûn (r.27)