Min behsa Firûxa Feruxzad, wî behsa Hafizê Şîrazî dikir. Min behsa Kemal el-Muluk, wî behsa Fernando Passion kir. Min behsa Alvaro de Campos, wî behsa Sohrab Sepehrî dikir. Min behsa Edith Piaf, wî behsa Ûm Kelsûm dikir. Min behsa mûzîka rap, wî jî behsa semaya wan derwêşên ku li Qonya yan li Bayezîda Stenbolê dîtibûn, dikir.